ROJEVA 26'Ê TÎRMEHA 2018'AN

  • 09:00 26 Tîrmeh 2018
  • Rojev
*Endamên Rêveberiyên Xweser ên Herêma Efrînê anîn ziman ku pêwîstî bi azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan heye û gotin:"Azadiya Rêber Apo wekî nan û avê girîng e. Rêber Apo sembola jiyana me ya azad e."
 
*Hêza parastina jin û civakê her ku diçe zêde dibe. Endamên Parastina HPC-JIN'ê di bin navê komîteyên parastinê yên komînan de tax û gundên bajarên xwe diparêzin. DÎMEN HEYE
 
*Endama Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê ya Kantona Kobanê Bêrîvan Cûma derbarê aloziya li Sûriyeyê diyar kir ku gelê Sûriyeyê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û got:"Di pêvajoya aloziya Sûriyeyê heta niha jinê bi rolek çalak cihê xwe girt û ji bo çareserkirina vê aloziyê ber xwe da. Di vê pêvajoyê de têkoşîna jinê hêviya gel geş kir."DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta Jinan a TJA’yê ya Mêrdînê Nîlufer Erîk Yilmaz, anî ziman ku mijarên darvekirin û xesandinê yên ku ketine rojevê ne çareserî ne. DÎMEN HEYE
 
*Ji demên berê û hetanî niha li Kurdîstanê êrîşên li ser goristanan bênavber berdewam dikin. Gorîstanên ku li dijî wan êrîş tên kirin bi texribeteke mezin re rû bi rû dimînin. Der barê êrîşên li ser goristanan de Parlementera HDP'ê Huda Kaya axivî. DÎMEN HEYE
 
*Garisê şîr yê ku her havîn li ser tezgahan cihê xwe digire, hem debara jinan hem jî deriyê piştevaniya jina ye. DÎMEN HEYE
 
*Ez dikarim bêjim ku girtina me kampa tecrîdê ye. Cihê kesên rastî neheqiyê hatiye Yuksel e, berxwedane, ne întîxar e.
 
*Zeynep Yilmaz a li Cizîrê li ber mala xwe hat qetilkirin, di dosyaya derbarê wê de hatibû vekirin, dozger ‘kujer nedît’ û  ‘biryara lêgerîna her tim’ girt û dosya bi demboriyê re rû bi rû hişt. Lê vegotinên hevjînê wê Omer Yilmaz agahiyên derbarê gumanbaran de dide û balkêş e ku îfadeya şahidan nayên girtin.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser zextên li ser siyasetmedarên HDP û DBP’ê û got: “Polîtîkaya tunekirina destkeftiyan tê meşandin. Bi destên darazê cezayên giran li endam û rêveberên wan tên birîn.”
 
*Garîp Yeşîl a li dijî qedera ku jê re hatiye nivîsîn têkoşîn da, roja di 15 saliya xwe de zewicî têkoşîna wê dest pê kir. Garîp di xaniyekî ku yek odeya wê heye de 6 zarok mezin kir û niha Hevseroka HDP’a Sêwregê ye. DÎMEN HEYE
 
*Di 3'ê Tebaxa 2014'an de DAÎŞ ket Şengalê û bi hezaran jin revandin gelek kes qetil kirin. Di nav vê komkujiyê de yên ku herî zêde bi bandor bûn jin û zarok bûn. Jê hinek zarok li Çiyayê Şengalê ji birçîna, hinek zarokan jî ji tîna jiyana xwe ji dest dan.