Li Manîsayê mirina jinekê ya bi guman
- 10:34 25 Tîrmeh 2018
- Rojane
MANÎSA - Li Navçeya Demirciyê jina bi navê Yetiş Ercan dema ji bo xebatê çû nav zeviyan, di binê darekê de mirî hat dîtin.
Yetiş Ercan li Kuçeya Minnetler a Navçeya Demirciyê ya Manîsayê rûdinişt. Yetîşê bi hevserê xwe Mustafa Ercan re ji bo xebatê çûn nav zeviyan. Li gor îddiayê Mustafa Ercan demekê ji ba hevsera xwe qetiyaye û dema ku hatiye dîtiye ku hevsara wî di bin darê de jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Yetişê ji bo otopsiyê birin Saziya Tipa Edlî.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.