Turkiyeya ket çalê dê 3 mehan nikaribe bimeşe
- 09:10 25 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê Turkiye Îlerî ya ket çala ku fîrmaya ceyranê kolabû, platîn xistin lîngê wê yê şikestî. Malbatê derbarê fîrmayê de gilî kir û çal jî rojek piştî bûyerê hat girtin.
Turkiye Îlerî ya 62 salî ku li Nisêbîn a Mêrdînê dijî, hefteya borî ket çala ku şîrketa ceyranê li Kolana Mêrdînê vedabû. Kurahiya çalê metreyek, firehiya wê 80 santîmetre û dirêjiya wê jî 100 metre bû. Turkiye ku bi neviyê xwe yê 4 salî re ket çalê, rakirin nexweşxaneyê û platîn xistin lingê wê. Turkiye 4 rojan li nexweşxaneyê hat dermankirin. Turkiyeyê derbarê fîrmayê de gilî kir û got ji bo êdî kes zirarê nebîne divê çal bên girtin.
Piştî zirarê hat girtin
Çala ku li dora wê tu hişyarî û tedbîr tunebû, dema Turkiye ketê, ewil esnaf û gel mudaxaleyî bûyerê kirin. Turkiye ku lingê wê şikestî û li bedena wê derb çêbûn, neviyê wê jî ji serê xwe birîndar bû. Piştî bûyerê çal hema hat girtin.
Wê 3 mehan nikaribe bimeşe
Turkiyeyê ji ber platîna lingê xwe wê sê mehan nikaribe bimeşe.Turkiyeyê wiha got: “Ez bi neviyê xwe re diçûm marketê. Piştre lingê min şemitî û ez ketim çalê. Neviyê min jî ket. Piştre welatiyan em derxistin. Ambulans hat em birin nexweşxaneyê. Ez emeliyat bûm. Platîn xistin lingê min. Li pişta min birîn hene. Ez 4 rojan li nexweşxaneyê mam. Dibêjin 3 meh şûnde tuyê rehet bibî.”