'Em deyndarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne'

  • 09:01 25 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Ronîda Hacî 
 
TIL TEMIR - Mamosteyên Zimanê Erebî yên Peymangeha Şehîd Jiyan tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin:"Em şopdar û deyndarê fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Em li ser esasên fikir û ramanên wî xwe bi rêxistin dikin û em dibêjin ku ji bo aştiyê divê demildest Rêberê mirovatiyê bê berdan."
 
Mamosteyên Zimanê Erebî yên Peymangeha Şehîd Jiyan derbarê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de da zanîn ku wan azadiya xwe bi saya fikir û felsefeya Abdullah Ocalan bi dest xistine û gotin:"Ji bo hêviya me her geş bimîne pêdivî ji azadiya Rêber Apo heye."
 
Mamosteya zimanê Erebî Mexlûce Hisên diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye û wiha got:"Ev tecrîda giran a ser li Rêber Apo, li ser tevahî cîhanê û mirovahiyê ye. Rêber Apo bi azadiya fikir û felsefeya xwe nêrîna civakê guhert. Li ser bingeha Netewa-Demokratîk ku wekhevî, demokrasî û azadiya jinê esas digire, rê û rêbazên jiyanek azad nîşanî gelê Kurd da. Bi vê yekê girêdayî bandorek erênî li ser hemû gelê cîhanê kir. Mirovên ku ji aştiya gelên cîhanê re xizmetê dike divê azad bibe."
 
Mexlûcayê wiha axaftina xwe domand:" Dewleta Tirk dît ku bi fikir û felsefeya Rêbertî  ya li ser bingeha Netewa-Demokratîk hatiye avakirin gel hişyar dibe loma Rêbertî xist nav tecrîdek giran. Xwest ku gel ji fikir û ramanên Rêbertî hêzê negire. Lê ew ê negihêjin armanca xwe çimkî em ê heta dawî xwedî li fikrên Rêbertî derkevin û jê hêzê bigirin. Îro her kes di bin bandora fikrên Rêber Apo mane û her kes banga azadiya Rêbertî  dikin."
 
'Bi pêşengtiya têkoşîna jinê em ê rêber Apo azad bikin '
 
Mexlûcayê, diyar kir ku erka jinên pêkhateyên Ereb a taybet ew e ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em di serdema Rejima Baas'ê de wekî jinên Ereb wekî koleyan bûn. Lê bi rêya fikir û ramanên Rêber Apo em azad bûn û pêşketinên herî girîng bi jinan re çê bû. Îro jinên Ereb di her cihî de bi awayekî çalak dixebitin. Her wiha wekheviya jin û mêr heye. Em deyndarê Rêber Apo ne."
 
'Nêrîna jiyanê ya Rêber Apo zincîra koledariya jinê şikand'
 
Mamosteya zimanê Erebî Ayşa Wecrî  jî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em di bin sîstema Navendî ya Netew-Dewlet hatibûn kolekirin. Jin her dihat tunekirin. Çimkî ji bo civakek tune bibe desthilatdar ji jinê dest pê dikin. Lê Sîstema Netewa-Demokratîk çareseriya krîza Sûriyeyê ye. Îro di riya vê sîstemê ya ku azadiya jinê esas digire, civakek azad û wekhev tê gihaştin. Nêrîna jiyanê ya Rêber Apo zincîra koledariya jinê şikand. Em ê wekî jinên Ereb ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin."