KCD’ê êrîşa li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir
- 14:08 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
AMED – KCD’ê êrîşa çekdarî ya li dijî Walîtiya Hewlêrê şermezar kir û got ew hestên alîkariyê ji bo gelê Herêma Federe ya Kurdistanê parve dikin.
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya êrîşa çekdarî ya li dijî avahiya Walîtiya Hewlêrê peyamek weşand, êrîş şermezar kir û ji bo xebatkarê Walîtiyê yê jiyana xwe ji dest da sersaxiyê xwest.
Peyama KCD’ê wiha ye:
“Peyama sersaxiyê
Di 23’yê Tîrmeha 2018’an de seat 07.30’an de li dijî Walîtiya Hewlêrê êrîşeke terorîstî pêk hat. Em vê êrîşa terorîstî bi tundî şermezar dikin. Rehma Xwedê li xebatkarê Walitiyê yê jiyana xwe ji dest daye be. Bila serê malbata wî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gelê me sax be û ji wan re dibêjin derbasbûyî be. Wekî Kongreya Civaka Demokratîk, hestên alîkarî û piştevaniya ji bo gelê Başûrê Kurdistanê parve dikin.”