Dê û bavê Evrîma ku winda ye hatin girtin
- 11:13 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
TOKAT - Dê û bavê Evrîma ku 14 roj in li Turhalê winda ye, hatin girtin.
Evrîm Atiş a 3 salî di 10'ê Tîrmehê de li navçeya Turhaliyê ya Tokatê winda bû. Xebatên ji bo lêgerîna Evrîmê didomin. Dê û bavê Evrîmê Dilek û Bûrhan, apê wê Niyazî û dapîra wê Sati Atiş û gundiyê bi navê Ali Hin hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya wan do Sati Atiş piştre Niyazi Atiş hatin berdan.
Dê û bavê Evrîmê yên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a li Komutantiya Jandarmaya Navçeyê ya Turhalê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî ku ifadeya Dilek û Burhan ji aliyê dozgeriyê hat girtin şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştre Dilek û Burhan hatin girtin.
Hat hînbûn ku ji ber ku Dilek û Burhan îfadeya nakok dane hatine girtin.