Dê û bavê Evrîma ku winda ye hatin girtin 2018-07-24 11:13:44   TOKAT - Dê û bavê Evrîma ku 14 roj  in li Turhalê winda ye, hatin girtin.    Evrîm Atiş a 3 salî di 10'ê Tîrmehê de li navçeya Turhaliyê ya Tokatê winda bû. Xebatên ji bo lêgerîna Evrîmê didomin. Dê û bavê Evrîmê Dilek û  Bûrhan, apê wê Niyazî û dapîra wê Sati Atiş û gundiyê bi navê Ali Hin hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya wan do Sati Atiş piştre Niyazi Atiş hatin berdan.    Dê û bavê Evrîmê yên hatibûn binçavkirin piştî îfadeya wan a li Komutantiya Jandarmaya Navçeyê ya Turhalê sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî ku ifadeya Dilek û Burhan ji aliyê dozgeriyê hat girtin şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştre Dilek û Burhan hatin girtin.   Hat hînbûn ku ji ber ku Dilek û Burhan îfadeya nakok dane hatine girtin.