Li Dêrîkê 3 roj in ceyran hatiye birîn

  • 10:32 24 Tîrmeh 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Li gundên Selmê û derdorê yên navçeya Dêrîk a Mêrdînê 3 roj in ceyran hatiye birîn.
 
Li Mêrdînê DEDAŞ a ku ceyranê belav dike, li gundên Selmê û derdora wê bi îddîaya deynên ceyranan hene, ceyranên 15 malan birîn û 3 roj in ceyranên gundiyan hatine birîn. Hat zanîn ku xebatkarên DEDAŞ û cendirmeyên Qerekola Selmê ya Dêrîkê bi hev re çûne gundan û ceyran birîne. Ceyranên gundên ku hatine birîn balkêş e ku hemû hilbijêrên HDP’ê ne.
 
Xebatkarên DEDAŞ’ê ji gel re gotiye ku “Deynên cayranên xwe bidin û em ê pişt re bên girê bidin.”