'Zilma zihniyeta baviksalarî ya li ser jinê didome'

  • 09:04 24 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Hêvî Botan
 
KOBANÊ - Xanim Ebdil Qadil a ku di temenê biçûk de bi berdêlî hate zewicandin dema ku zarokên wê çê nebûn, hevserê wê zewaca duda kir. Xanima ku bi vê pêkanîna wekî îşkenceyê rû bi rû ma anî ziman ku divê êdî adetên ku xizmetê ji zihniyeta baviksalarî re xizmetê dike bi dawî bibe.
 
Jin bi salan e di bin zihniyeta baviksalarî de tên darizandin û êşê dikişînin. Bandora şopên êşên zihniyeta baviksalarî hîn xuya dike û Xanim Ebdil Qadil jî yek ji wan jinan e ku bi pêkanînên vê zihniyetê rû bi rû maye.  Xanimê dibêje:"Dema ku zarok çê nabin wekî kêmasiya jinê tê dîtin. Wekî vê yekê hemû tiştên ku diqewimin wekî pirsgirêka jinê tê dîtin. Pêdivî heye ku ev zihniyet bê guhertin."
 
Xanimê anî ziman ku wê ji ber helwesta mêrê ku bi wê re hat zewicandin gelek zehmetî kişandiye û got:"Ez bi pêkûtiyek wiha rû bi rû mam. Lê ez naxwazim kesekî din bi pêkûtiyên bi vî rengî rû bi rû bimînin. Loma divê em ji bo vê yekê bi hev re têbikoşin û rê nedin ku careke din tiştên bi vî rengî dubare bibin."
 
'Bêdeng nemînin'
 
Xanimê bang li hemû jinan kir ku li djî rewşên bi vî rengî bêdeng nemînin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em li dijî zilmên bi vî rengî çiqas bê deng bimînin ewqas dê dubare bibe. Loma divê em li dijî zihniyeta baviksalarî têkoşînek hevpar bidin. Divê êdî adetên ku ji zihniyeta baviksalarî re xizmetê dike bi dawî bibe."