Fatimê Silêman: Divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe
- 09:01 24 Tîrmeh 2018
- Rojane
Tolîn Mohemed-Lîlav Elî
ŞEHBA - Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Fatimê Silêmen anî ziman ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de heta niha Kongreya Star rolek mezin lîstiye û di destpêka şoreşê de fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di civakê de belav kiriye û got:"Ji ber ku fikrin Rêber Apo aştî û aramiyê dide mirovan loma hem berî şoreşê hem jî piştî şoreşê her dem me fikir û ramanên wî belav kir. Loma divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."
Endama Rêveberiya Kongreya Star a herêma Efrînê Fatimê Silêmen bi lêv kir ku piştî Şoreşa Rojava têkoşîna wan bilindtir bûye û got:"Piştî Şoreşa Rojava li herêma Efrînê û hemû navçeyên wê Kongreya Star ji xebat û sîstema komînal dest pê kir û komîteyên wekî silhê, aborî û perwerdeyê hat avakirin. Ji bo van xebatana me feyza herî mezin ji Rêber Apo sitend. Divê Rêber Apo azad bibe."
Fatimê anî ziman ku bi riya avakirina komînan hejmarek jin tevlî kar û xebatê bûne û rolek girîng di komîna de lîstin û wiha axaftina xwe domand:"Bi rêya komînan me rêxistina xwe di her gund û navçeyek Efrînê de belav kir û me xwe gihand her jinekê ku zehmetiyan nejîn. Wê jin çawa xwe bi rêxistin bike û xwe perwerde bike me rêbaz nîşanî wan da. Di van xebatan de nêrîna jiyanê û fikrên derbarê jinan de yên ku Rêber Apo her tîne ziman xwedî bandorek mezin in."
'Heta dawiyê jinê Efrînê di berxwedanê de çalak bûn'
Di berdewamiya axaftina xwe de Fatimê wiha axivî:"Heta rojên dawî di berxwedana serdemê de em wek Kongreya Star me kar û xebata xwe dewam kir û di çalakiyan de cihê xwe digirt. Li kêleka çalakiyên girseyî û siyasî me alîkariya moral û madî jî bi çêkirina xwarinê didan şervanên xwe. Her wiha me di nav pergala parastinê de jî cihê xwe digirt. Bi riya perwerdeyên ku li Efrînê hatine dayîn hişt ku jin astek bingehîn a fikrî bigire û xwe nas bike. Her wiha di nav xebatên xwe de me ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo rabe çalakiyên cur be cur li dar xist."
'Di nava xebatên Kongreya Star de jinên Ereb û Tirkmen jî cihê xwe girtin'
Fatimê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Piştî ku gelê Efrînê ji bo ewlehiyê derbasî Kantona Şehbayê bû li vir jî xebatên me domand. Di nava xebatên Kongreya Star de jinên Ereb û Tirkmen jî cihê xwe girtin. Li şehbayê hejmarek mezin ên jinên ereb jî tevlî kar û xebatên me bûn. Li Kantona Şehbayê jinên Ereb û Tirkmen jî ji jinên Kurd feyzê digirin û beşdarî xebatan dibin. Em jî wekî jinên Kurd ji Rêber Apo feyzê digirin û divê tecrîda giran a li ser Rêber Apo bi dawî bibe."