Ji ber çekdarbûyina takekesî kesek hat qetilkirin

  • 14:01 23 Tîrmeh 2018
  • Rojane
ENQERE - Li Mamakê di encama çekdarbûyina takekesî de jinek hat qetilkirin. 
 
Li Tirkiyeyê çekdarbûyina takekesî her ku diçe zêde dibe. Hema hema li her malê çekek heye. Îro li navçeya Navçeya Mamakê ya Enqereyê mêrê bi navê S.I saet di 10.00'ê sibehê de çû mala diya xwe Z.I. bi dayika xwe re ket nava nîqaşê. S.I. dayika xwe Z.I. qetil kir. Kesên derdorê li ser bihîstina deng agahî dan ekîbên tenduristiyê û diyar kirin ku Z.I. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye. 
 
Mêrê bi navê S.I. hat binçavkirin û cenazeyê Z.I. jî birin Saziya Tipa Edlî.