Meryem Fercî ya ku agahî jê nehat girtin mirî hat dîtin
- 15:42 15 Tîrmeh 2018
- Rojane
HABER MERKEZİ - Xwendekara kurd Meryem Fercî ya ku ev 9 roj in agahî jê nadihat girtin, bi awayê îşkncekirî mirî hat dîtin.
Xwendekara kurd Meryem Fercî a ku li Tahranê dima, ji aliyê rejîmê ve hat girtin û piştre tu agahî jê nehat girtin, cenazeyê wê bi awayê îşkecekirî hat dîtin. Kampanya Mafên Girtiyan, diyar kir ku polîsê Tahranê duh êvarê cenazeyê jinekê ku hatibû îşkencekirin dîtiye û piştî testa DNA'yê ku hat kirin derket holê ku cenaze aîdê Meryem Fercî ya xwendekara kurd a ku ev 9 roj in agahî jê nehatiye girtin e.
Hat aşkerakirin ku meryem ji ber tevli çalakiyên ku di dawiya sala 2017'an û sala 2018'an de li Îranê hatin kirin bûye girtine.