Li Avusturyayê çalakiya xwendinê
- 22:32 17 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Innsbruckê bi pêşengiya jinên Kurd gelek jin hatin ba hev û pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwendin.
Li bajarê Innsbruck ê Avusturyayê bi pêşengiya jinên Kurd gelek jin hatin gel hev û çalakiya xwendinê li dar xistin. Di çalakiyê de pirtûkên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin xwendin.
Di çalakiyê de bal kişandin ser hevdîtina Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan a bi Abdullah Ocalan re û wiha hate gotin: “Em weke Kurdên li eyaleta Tirolê dijîn, em ê layîqî silavên Rêber Apo bin.”