Meryem Fercî ya ku agahî jê nehat girtin mirî hat dîtin 2018-07-15 15:42:02   HABER MERKEZİ - Xwendekara kurd Meryem Fercî ya ku ev 9 roj in agahî jê nadihat girtin, bi awayê îşkncekirî mirî hat dîtin.   Xwendekara kurd Meryem Fercî a ku li Tahranê dima, ji aliyê rejîmê ve hat girtin û piştre tu agahî jê nehat girtin, cenazeyê wê bi awayê îşkecekirî hat dîtin.  Kampanya Mafên Girtiyan, diyar kir ku polîsê Tahranê duh êvarê cenazeyê jinekê ku hatibû îşkencekirin dîtiye û piştî testa DNA'yê ku hat kirin derket holê ku cenaze aîdê Meryem Fercî ya xwendekara kurd a ku ev 9 roj in agahî jê nehatiye girtin e.   Hat aşkerakirin ku meryem ji ber tevli çalakiyên ku di dawiya sala 2017'an û sala 2018'an de li Îranê hatin kirin bûye girtine.