Ji Meşa Jinan a Cîhanê ji bo Werîşe Muradî bang
- 20:27 17 Mijdar 2024
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîkayê û Rojhilata navîn, cezayê darvekirinê ya li Werîşe Muradî hatiye birîn bi daxuyaniyekê şermezar kirin û bang li hemû rêxistinên mafê mirovan û jinan kirin ku ji bo betalkirina cezayê darvekirina li jinan tê birîn bikevin tevgerê.
Meşa Jinan a Cîhanê (DKY) ya Bakurê Afrîkayê û Rojhilata Navîn, cezayê darvekirinê ya 10’ê mijdarê de li ji aliyê dewleta Îranê ve li Werîşe Muradî hatiye birîn daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di vê dema dîrokî ya li Kurdistan û Îranê şoreşa ‘jin jiyan azadî’ derketiye holê de,em carek din diyar dikin ku em piştgiriya xwe y aji bo jinên berxwe didin, didomînin.”
‘Rewşa Werîşe Muradî ne mijarek şexsiye’
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Meşa Jinan a Cîhanê ya Bakurê Afrîka û Rojhilata Navîn, cezayê mirinê yêli aktîvîsta Kurd Werîşe Muradî hatiye birîn şermezar dikin. Rewşa Werîşeyê ne mijarek şexsiye. Ev parçyeke kampanya sîstematîk a ku jinê hedef digire ye. Ev cezayê darvekirinê tezahura qirkirinê aktîvîstên jine. Werîşe Muradî aktîvîstek wêrek ya mafê jinê diparêze ye. Em bang li hemû rêxistinên maf û azadiyê diparêz e dikin ku bikevin tevgerê. Ji bo betalkirina ceza divê hemû kes bikevin tevgerê. Divê hemû rêxistinên maf û jinan zextê li Îranê bikin ku dawî li vê zilmê bê anîn. ‘Jin jiyan azadî’…Em li dijî vê bi hev re têbikoşin û bibin yek.”