Agahî ji xwendekara Kurd nayê girtin
- 15:28 14 Tîrmeh 2018
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara Kurd Meryem Ferecî li Tehranê ji aliyê Rejîma Îranê hat binçavkirin û ev 8 roj in ku agahî jê nayê girtin.
Xwendekara Kurd Meryem Ferecî li Tehranê ji aliyê Rejîma Îranê hat binçavkirin û ev 8 roj in ku agahî jê nayê girtin. Parêzerê Meryemê agahî da Roj Newsê û got dibe ku Meryemê ji aliyê Rejîma Îranê hatibe qetilkirin.
Dadgeha Şoreşê ya Îranê 3 sal ceza dabû Meryemê û derketina derve heta 2 salan lê qedexe kiribû. Piştre ev cezaya wergerandibûn serbestiya bi denetim û Meryemê bi şerdê avêtina îmzeyê ya li qereqolê ya her roj hatibû berdan. Parêzerê Meryemê, Mihemed Hisên Axasî diyar kir ku Meryemê ev hefteyeke derketiye derve û hîn nehatiye malê.
Li gor agahiyên herî dawî hatiye bidestxistin Meryemê ji aliyê polîsên Tehranê ve hatiye binçavkirin û tu agahî jê nayê girtin.