Agahî ji xwendekara Kurd nayê girtin 2018-07-14 15:28:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara Kurd Meryem Ferecî li Tehranê ji aliyê Rejîma Îranê hat binçavkirin û ev 8 roj in ku agahî jê nayê girtin.    Xwendekara Kurd Meryem Ferecî li Tehranê ji aliyê Rejîma Îranê hat binçavkirin û ev 8 roj in ku agahî jê nayê girtin. Parêzerê Meryemê agahî da Roj Newsê û got dibe ku Meryemê ji aliyê Rejîma Îranê hatibe qetilkirin.    Dadgeha Şoreşê ya Îranê 3 sal ceza dabû Meryemê û derketina derve heta 2 salan lê qedexe kiribû. Piştre ev cezaya wergerandibûn serbestiya bi denetim û Meryemê bi şerdê avêtina îmzeyê ya li qereqolê ya her roj hatibû berdan. Parêzerê Meryemê, Mihemed Hisên Axasî diyar kir ku Meryemê ev hefteyeke derketiye derve û hîn nehatiye malê.    Li gor agahiyên herî dawî hatiye bidestxistin Meryemê ji aliyê polîsên Tehranê  ve hatiye binçavkirin û tu agahî jê nayê girtin.