ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 12 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Berdewamiya çanda kevnar Nofa Sîno derbarê parastina nirxên civakî û xwezayî de anî ziman ku divê jinên Kurd li mîrateyên xwe yên Kurdewarî xwedî derkevin. DÎMEN HEYE
*Endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Mîdiya Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên avakirina meclîsên Kongreya Starê de gavek pir girîng ji bo rêxistinkirina hemû jinan hat avêtin. DÎMEN HEYE
*Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî diyar kir ku wê germahiya hewayî ji germahiya demsalî cudatir be û got ji bilî rewşên lezgîn divê dernekevin derve û xwe ji rojê biparêzin.
DÎMEN HEYE
*Endama ÎHD’a Wanê Ozlem Altun diyar kir ku li dijî îstîsmara zarokan li şûna xesandin û darvekirinê divê çareseriyên mayînde pêk bên û ji bo pêkanîna Peymana Mafê Zarokan a NY’ê jî bang kir. DÎMEN HEYE
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay anî ziman ku Serokomar Recep Tayyîn Erdogan di sondxwarina di pergala derbasbûna rejîma ‘yek mêrî’ de li dijî Nobeta Edeletê ya malbatên Somayê û karaseta trênê ya li Çorluyê bê deng maye û diyar kir ku mafê jiyanê êdî zêdetir di bin xetereyê de ye. DÎMEN HEYE
*Li Taxa Tîlalo ya 12 kîlometreyî ji bajar dûr e, çandinî, sewalkarî û heta xebitandina dikanên biçûk ji jinan tê pirsîn. DÎMEN HEYE
*Sabîha Uzun ku bi hinceta îfadeya şahidê veşartî hatiye girtin, hat hînbûn ku ji ber tirkî nizane, li nexweşxaneyê nayê dermankirin.