ROJEVA 12'Ê TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-12 09:00:00   *Berdewamiya çanda kevnar Nofa Sîno derbarê parastina nirxên civakî û xwezayî de anî ziman ku divê jinên Kurd li mîrateyên xwe yên Kurdewarî xwedî derkevin. DÎMEN HEYE   *Endama Rêveberiya Kongreya Star a Herêma Cizîrê Mîdiya Mehmûd diyar kir ku di hilbijartinên avakirina meclîsên Kongreya Starê de gavek pir girîng ji bo rêxistinkirina hemû jinan hat avêtin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî diyar kir ku wê germahiya hewayî ji germahiya demsalî cudatir be û got ji bilî rewşên lezgîn divê dernekevin derve û xwe ji rojê biparêzin. DÎMEN HEYE   *Endama ÎHD’a Wanê Ozlem Altun  diyar kir ku li dijî îstîsmara zarokan li şûna xesandin û darvekirinê divê çareseriyên mayînde pêk bên û ji bo pêkanîna Peymana Mafê Zarokan a NY’ê jî bang kir. DÎMEN HEYE   *Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay  anî ziman ku Serokomar Recep Tayyîn Erdogan di sondxwarina di pergala derbasbûna rejîma ‘yek mêrî’ de li dijî Nobeta Edeletê ya malbatên Somayê û karaseta trênê ya li Çorluyê bê deng maye û diyar kir ku mafê jiyanê êdî zêdetir di bin xetereyê de ye. DÎMEN HEYE   *Li Taxa Tîlalo ya 12 kîlometreyî ji bajar dûr e, çandinî, sewalkarî û heta xebitandina dikanên biçûk ji jinan tê pirsîn. DÎMEN HEYE   *Sabîha Uzun ku bi hinceta îfadeya şahidê veşartî hatiye girtin, hat hînbûn ku ji ber tirkî nizane, li nexweşxaneyê nayê dermankirin.