'Dawiya dagirkeriyê wê were'

  • 09:13 10 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Lîlav Elî- Cudî Zêno 
 
ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku berxwedana gel di qonaxa duyemîn de berdewam dike û gotin ku dawiya dagirkeriyê wê were.
 
Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê berxwedana gel a qonaxa duyemîn de anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin ku dê hêza gelê Kurd bi ser bikeve. 
 
Jina bi navê Ronhî Reşîd diyar kir ku armanca êrîşa Efrînê ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd tune bikin û got:"Erdogan rast e rast destkeftiyên gelê Kurd hedef girt û xwest ku gelê Kurd tune bike. Lê gelê Kurd tu carî tune nabe. Berxwedan didome û em dizanin ku dê dawiya dagirkeriyê were."
 
'Dê Efrîn ji zilma dagirkeran rizgar bibe'
 
Leyla Hemdî diyar kir ku niha li Efrînê zilm li gelan tê kirin û got:"Niha li Efrînê pergalek yekperest û li dijî gelan tê meşandin. Bi taybet jî zilmê li jinê dikin. Yên ku gotin em ê demokrasiyê li Efrînê belav bikin niha zilmê li gelên Efrînê dikin. Bi bawerî û hêza  şervanên azadiyê em hêvî dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û dîsa em ê vegerin Efrînê."
 
'Dê mirovatî bi ser bikeve'
 
Xaliya Henan da zanîn ku ew dîsa dixwazin vegerin ser axa xwe û got:"Em hêvî dikin ku ev zilm û neheqiya ku li pêş çavên cîhanê tê kirin bi dawî bibe. Em bawer dikin ku dê mirovatî bi ser bikeve û dagirkeriyê dê bi dawî bibe û bi hêz û vîna xwe ya xurt em ê dîsa Efrînê rizgar bikin."