'Dawiya dagirkeriyê wê were' 2018-07-10 09:13:16   Lîlav Elî- Cudî Zêno    ŞEHBA - Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku berxwedana gel di qonaxa duyemîn de berdewam dike û gotin ku dawiya dagirkeriyê wê were.   Jinên herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne derbarê berxwedana gel a qonaxa duyemîn de anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û gotin ku dê hêza gelê Kurd bi ser bikeve.    Jina bi navê Ronhî Reşîd diyar kir ku armanca êrîşa Efrînê ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd tune bikin û got:"Erdogan rast e rast destkeftiyên gelê Kurd hedef girt û xwest ku gelê Kurd tune bike. Lê gelê Kurd tu carî tune nabe. Berxwedan didome û em dizanin ku dê dawiya dagirkeriyê were."   'Dê Efrîn ji zilma dagirkeran rizgar bibe'   Leyla Hemdî diyar kir ku niha li Efrînê zilm li gelan tê kirin û got:"Niha li Efrînê pergalek yekperest û li dijî gelan tê meşandin. Bi taybet jî zilmê li jinê dikin. Yên ku gotin em ê demokrasiyê li Efrînê belav bikin niha zilmê li gelên Efrînê dikin. Bi bawerî û hêza  şervanên azadiyê em hêvî dikin ku dê Efrîn ji dagirkeran rizgar bibe û dîsa em ê vegerin Efrînê."   'Dê mirovatî bi ser bikeve'   Xaliya Henan da zanîn ku ew dîsa dixwazin vegerin ser axa xwe û got:"Em hêvî dikin ku ev zilm û neheqiya ku li pêş çavên cîhanê tê kirin bi dawî bibe. Em bawer dikin ku dê mirovatî bi ser bikeve û dagirkeriyê dê bi dawî bibe û bi hêz û vîna xwe ya xurt em ê dîsa Efrînê rizgar bikin."