Qedexeya li ser Talatê hat rakirin
- 10:24 7 Tîrmeh 2018
- Rojane
MÊRDÎN - “Qedexeya derketina kolanan” ya li ser gundê Talatê ya Nisêbînê û Kovanli ya Mehsertê duh bi şev hat rakirin.
Walîtiya Mêrdînê duh li gundê Talatê yê bi ser navçeya Nisêbînê û gundê Kovanli yê bi ser navçeya Mehsertê yên Mêrdînê ve “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. “Qedexe” duh nîvê şevê hat rakirin.
Du roj e li herêmê bi beşdariyek zêde ya leşkeran operasyon hatibû destpêkirin û pevçûn qewimîbû. Ji ber bomberdumanê li herêmê şewat jî derketibû.