Qedexeya li ser Talatê hat rakirin 2018-07-07 10:24:45   MÊRDÎN - “Qedexeya derketina kolanan” ya li ser gundê Talatê ya Nisêbînê û Kovanli ya Mehsertê duh bi şev hat rakirin.    Walîtiya Mêrdînê duh li gundê Talatê yê bi ser navçeya Nisêbînê û gundê Kovanli yê bi ser navçeya Mehsertê yên Mêrdînê ve “qedexeya derketina kolanan” îlan kiribû. “Qedexe” duh nîvê şevê hat rakirin.    Du roj e li herêmê bi beşdariyek zêde ya leşkeran operasyon hatibû destpêkirin û pevçûn qewimîbû. Ji ber bomberdumanê li herêmê şewat jî derketibû.