Bazirganên Wanê jî bertek nîşanî qetilkirina Eylul û Leylayê dan

  • 12:15 4 Tîrmeh 2018
  • Rojane
WAN - Bazirganên Wanê wêneyên Eylul Yaglikara û Leyla Aydemir bi dikanên xwe xistin û gotin:"Bêdeng nemîne û nebe hevkarê vî sûcî."
 
Eylul Yaglikara ya 8 salî li Enqereyê û Leyla Aydemir a 4 salî jî li Agiriyê hatibûn qetilkirin. Bertekên li dijî qetilkirina wan didomin. Bazirganên li kolanên Maraş, Beşyol û Îkinisanê yên li Wanê wêneyên Leyla û Eylulê li cihê karên xwe xistin û gotin:"Bêdeng nemîne û nebe hevkarê vî sûcî."
 
Bazirganên Wanê bi vê çalakiyê bertek nîşanî îstismara zayendî ya li dijî zarokan da.