Bazirganên Wanê jî bertek nîşanî qetilkirina Eylul û Leylayê dan 2018-07-04 12:15:36   WAN - Bazirganên Wanê wêneyên Eylul Yaglikara û Leyla Aydemir bi dikanên xwe xistin û gotin:"Bêdeng nemîne û nebe hevkarê vî sûcî."   Eylul Yaglikara ya 8 salî li Enqereyê û Leyla Aydemir a 4 salî jî li Agiriyê hatibûn qetilkirin. Bertekên li dijî qetilkirina wan didomin. Bazirganên li kolanên Maraş, Beşyol û Îkinisanê yên li Wanê wêneyên Leyla û Eylulê li cihê karên xwe xistin û gotin:"Bêdeng nemîne û nebe hevkarê vî sûcî."   Bazirganên Wanê bi vê çalakiyê bertek nîşanî îstismara zayendî ya li dijî zarokan da.