Bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin'

  • 15:07 3 Tîrmeh 2018
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
TIL TEMIR - Jinên ku tevlî perwerdeya Bêrîtan Cûdî bûn diyar kirin ku bi perwerdeyê sînorên ku ji jinê re hatiye danîn û jinê asteng dike ji holê radibin. 
 
Jinên ku beşdarî perwerdeya Akademiya Ş. Bêrîtan Cûdî bû anîn ziman ku bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin. 
 
Jina bi navê Ayîşa Newaf diyar kir ku dema ew beşdarî perwerdeyê bûye pir bi kelecan bû û got:"Di avakirina civakek azad de jin xwedî roleke girîng e. Loma divê mafê jinê her dem pê parastin û jin ji bo her qadê bê perwerdekirin."
 
'Kevneşopiyên civakê bi hêza jinê tê parastin'
 
Foza Xilêf da zanîn ku perwerde siberoja civakê ronî dike û got:"Jin heta ku mafê xwe yê xwendinê û perwerdekirinê bi dest nexin dê nikaribin xwe bi rêxistinkirin bikin. Kevneşopiyê civakê nasnameya civakê ye û ev nasname jî herî baş ji aliyê jinê ve tê parastin. Kevneşopiyên civakê bi hêza jinê tê parastin."
 
Endama Meclîsa Kongreya Star ya Bajarokê Qîbûrê Mûdîra Nasir got:"Em hêvî dikin ku jin di her qadê azad bibin û xwe birêxistinkirin bikin. Ev jî dê bi saya perwerdeyê be. Bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin."