Bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin' 2018-07-03 15:07:20   Sorgul Şêxo   TIL TEMIR - Jinên ku tevlî perwerdeya Bêrîtan Cûdî bûn diyar kirin ku bi perwerdeyê sînorên ku ji jinê re hatiye danîn û jinê asteng dike ji holê radibin.    Jinên ku beşdarî perwerdeya Akademiya Ş. Bêrîtan Cûdî bû anîn ziman ku bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin.    Jina bi navê Ayîşa Newaf diyar kir ku dema ew beşdarî perwerdeyê bûye pir bi kelecan bû û got:"Di avakirina civakek azad de jin xwedî roleke girîng e. Loma divê mafê jinê her dem pê parastin û jin ji bo her qadê bê perwerdekirin."   'Kevneşopiyên civakê bi hêza jinê tê parastin'   Foza Xilêf da zanîn ku perwerde siberoja civakê ronî dike û got:"Jin heta ku mafê xwe yê xwendinê û perwerdekirinê bi dest nexin dê nikaribin xwe bi rêxistinkirin bikin. Kevneşopiyê civakê nasnameya civakê ye û ev nasname jî herî baş ji aliyê jinê ve tê parastin. Kevneşopiyên civakê bi hêza jinê tê parastin."   Endama Meclîsa Kongreya Star ya Bajarokê Qîbûrê Mûdîra Nasir got:"Em hêvî dikin ku jin di her qadê azad bibin û xwe birêxistinkirin bikin. Ev jî dê bi saya perwerdeyê be. Bi perwerdeyê nêrîna mirovan a li cîhanê diguhere û mirov pêş dikevin."