ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2018'AN
- 09:00 3 Tîrmeh 2018
- Rojev
*Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê têkoşîn tenê bi parlamentoyê sînor nemîne û wiha got: “Em îro ketin parlamentoyê lê divê em li dijî faşîzmê li her derê têbikoşin.” BI DÎMEN
*Li Kurdîstanê bi hatina demsala havînê re bêrîvanên Serhedê berê xwe didin zozanan. Li Serhedê li hemberî hemû qedexeyan dîsa jî jin diçin li zozanên herî bilind pez dişon. BI DÎMEN
*Jinên kurd çanda xwe ji windabûnê diparêzin. Ji wan jinên ku çanda xwe diparêzin yek jê jî j Nahîde Daban e ku heta niha destar bi kar tîne. Nahîde wiha dibêje "Di tevahiya dîrokê de yên ku herî zêde çanda xwe parastin û lê xwedî derketine jin in û divê ku ji îro û pêde jî vê çanda xwe biparêzin."