ROJEVA 3'YÊ TÎRMEHA 2018'AN 2018-07-03 09:00:00   *Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê têkoşîn tenê bi parlamentoyê sînor nemîne û wiha got: “Em îro ketin parlamentoyê lê divê em li dijî faşîzmê li her derê têbikoşin.” BI DÎMEN   *Li Kurdîstanê bi hatina demsala havînê re bêrîvanên Serhedê berê xwe didin zozanan. Li Serhedê li hemberî hemû qedexeyan dîsa jî jin diçin li zozanên herî bilind pez dişon.  BI DÎMEN   *Jinên kurd çanda xwe ji windabûnê diparêzin. Ji wan jinên ku  çanda xwe diparêzin yek jê jî j Nahîde Daban e ku heta niha destar bi kar tîne. Nahîde  wiha dibêje "Di tevahiya dîrokê de yên ku herî zêde çanda xwe parastin û lê xwedî derketine jin in û divê ku ji îro û pêde jî vê çanda xwe biparêzin."