Kongireya Star li navçeya Şêranê navenda xwe vekir

  • 12:24 1 Tîrmeh 2018
  • Rojane
KOBANÊ- Kongereya Star bi şahiyeke ku li dar xist navenda xwe li navçey Şêranê ya Kantona Kobanê vekir. 
 
Bi armanca rêxistinkirin û perwerdeyê, Kongira Star bi şahîyekê navendeke xwe li navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê vekir. vekir. Bi dehan jin û şêniyên Şêranê tevli şahiya hat lidarxistin bûn.
 
Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo parkrewanên azadiyê hat destpêkirin û piştre jî Rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê Peyman Aydin axivî.  Peyman vekirina navêend li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "  Navendek bi vî rengî pîorz e. Cihê himbêzkirina jinê, cihê çareseriyê, bi tevlibûna hemû jinan ku xwe rêxistinbikin û ji bo ku  bibein hêzek ji bo jinan."
 
Endam Koordînsyona Kongreya Star Sara Xelîl jî diyar kir ku ew ji bo berxwedana li Kurdistanê tê kirin ew vê navendê vedikin û li hemû jinan pîroz kir.
 
Paşê bi deste daykên şehîdan deriyê navendê hat vekirin.
 
Meresîm bi pêşkêşkirina lîstik şanoyê ku zewaca di temenê biçûk de rexnekir û bi gonvendê bi dawî bû.