Kongireya Star li navçeya Şêranê navenda xwe vekir 2018-07-01 12:24:50   KOBANÊ- Kongereya Star bi şahiyeke ku li dar xist navenda xwe li navçey Şêranê ya Kantona Kobanê vekir.    Bi armanca rêxistinkirin û perwerdeyê, Kongira Star bi şahîyekê navendeke xwe li navçeya Şêranê ya Kantona Kobanê vekir. vekir. Bi dehan jin û şêniyên Şêranê tevli şahiya hat lidarxistin bûn.   Merasîma vekirinê bi deqeyek rêzgirtina ji bo parkrewanên azadiyê hat destpêkirin û piştre jî Rêvebera Kongreya Star a Kantona Kobanê Peyman Aydin axivî.  Peyman vekirina navêend li hemû jinan pîroz kir û wiha got: "  Navendek bi vî rengî pîorz e. Cihê himbêzkirina jinê, cihê çareseriyê, bi tevlibûna hemû jinan ku xwe rêxistinbikin û ji bo ku  bibein hêzek ji bo jinan."   Endam Koordînsyona Kongreya Star Sara Xelîl jî diyar kir ku ew ji bo berxwedana li Kurdistanê tê kirin ew vê navendê vedikin û li hemû jinan pîroz kir.   Paşê bi deste daykên şehîdan deriyê navendê hat vekirin.   Meresîm bi pêşkêşkirina lîstik şanoyê ku zewaca di temenê biçûk de rexnekir û bi gonvendê bi dawî bû.