Li Nisêbînê serdegirtina malan: Yek jê jin 5 kes hatin binçavkirin
- 11:47 28 Hezîran 2018
- Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û di encama serdegirtinê de 5 kes hat binçavkirin.
Serdegirtinên malan piştî hilbijartina 24'ê hezîranê jî berdewam dikin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û yek jê jin 5 kes hatin binçavkirin.
Ji kesên hatin binçavkirin hat aşkerakirin ku navê du kesan Baysal Sadikkalp û Leyla Sadikkalp e.