Li Nisêbînê serdegirtina malan: Yek jê jin 5 kes hatin binçavkirin 2018-06-28 11:47:45   MÊRDÎN - Li Nisêbînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û di encama serdegirtinê de 5 kes hat binçavkirin.   Serdegirtinên malan piştî hilbijartina 24'ê hezîranê jî berdewam dikin. Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di saetên serê sibehê de bi ser malan de hat girtin û yek jê jin 5 kes hatin binçavkirin.   Ji kesên hatin binçavkirin hat aşkerakirin ku navê du kesan Baysal Sadikkalp û Leyla Sadikkalp e.