Parlamenterên nû yên HDP'ê li Enqereyê civiyan

  • 11:32 28 Hezîran 2018
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê civîna komî ya girtî ya yekem bi beşdarbûna parlamenterên nû hatin hilbijartin, di bin Serokatiya Hevserokan, Pervîn Buldan û Sezaî Temelli de pêk anî.
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi parlamenterên ku di 24'ê Hezîranê de hatin hilbijartin cara yekem di civîna komî ya girtî de hatin gel hev. Di bin Serokatiya Hevserokan, Pervîn Buldan û Sezaî Temelli de bernameya hevnasînê hat lidarxistin. 
 
Piştre di civîna ku girtî dewam kir de nêrînên derbarê encamên hilbijartinê de diyarkirin. 
 
Dê civîn heta saatên êvarî bidome.