Parlamenterên nû yên HDP'ê li Enqereyê civiyan 2018-06-28 11:32:22   ENQERE - HDP'ê civîna komî ya girtî ya yekem bi beşdarbûna parlamenterên nû hatin hilbijartin, di bin Serokatiya Hevserokan, Pervîn Buldan û Sezaî Temelli de pêk anî.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi parlamenterên ku di 24'ê Hezîranê de hatin hilbijartin cara yekem di civîna komî ya girtî de hatin gel hev. Di bin Serokatiya Hevserokan, Pervîn Buldan û Sezaî Temelli de bernameya hevnasînê hat lidarxistin.    Piştre di civîna ku girtî dewam kir de nêrînên derbarê encamên hilbijartinê de diyarkirin.    Dê civîn heta saatên êvarî bidome.