Fatma Dînler a ku hat girtin hat berdan

  • 15:26 25 Hezîran 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Fatma Dînler a ku duh li Dêrika Mêrdînê ji bo dengê xwe bi kar bîne çû ser sindoqê û bi hinceta ku cezayê wê heye hat girtin hat berdan. 
 
Li navçeya Dêrikê  Fatma Dînler (72) a ku bi îdiaya"Li dijî qanûna xwepêşandananan tevgeriyaye"  hat cezakirin duh dema ku dengê xwe bi kar anî hatibû girtin. Fatma ya ku hat aşkerakirin 10 meh cezayê wê heye şandin gitîgeha Tîpa E ya Amedê.
 
Piştî ku cezayê Fatmayê veguhestin cezayê pere hat berdan.