Fatma Dînler a ku hat girtin hat berdan 2018-06-25 15:26:38   MÊRDÎN - Fatma Dînler a ku duh li Dêrika Mêrdînê ji bo dengê xwe bi kar bîne çû ser sindoqê û bi hinceta ku cezayê wê heye hat girtin hat berdan.    Li navçeya Dêrikê  Fatma Dînler (72) a ku bi îdiaya"Li dijî qanûna xwepêşandananan tevgeriyaye"  hat cezakirin duh dema ku dengê xwe bi kar anî hatibû girtin. Fatma ya ku hat aşkerakirin 10 meh cezayê wê heye şandin gitîgeha Tîpa E ya Amedê.   Piştî ku cezayê Fatmayê veguhestin cezayê pere hat berdan.