Gelê Kurd xwedî hêzek bêhempa ne
- 11:20 25 Hezîran 2018
- Rojane
Îlham Eloso
KOBANÊ - Endama PYD'ê Fatîme Xelîl derbarê komkujiya Kobanê de anî ziman ku gelê Kurd dê tu carî bi êrîş û komkujiyan tune nebin û dev ji têkoşîna xwe bernedin û got:"Em hene û em ê her hebin û berxwe bidin."
Çeteyên DAÎŞ'ê di 25'ê Hezîrana 2015'an de komkujî li Kobanê pêk anîn. Endama Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) Fatîme Xelîl diyar kir ku dê neyarên Kurdan, bi pêkanîna komkujiyan tu carî negihêjin armanca xwe û got:"Hêviya me qansî têkoşîna me ye. Em ê her têbikoşin."
Fatîme Xelîl bal kişand ser pêkanînên çeteyên DAÎŞ'ê û têkoşîna gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê û got:"Gelê Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ'ê têkoşîn kirin û serkeftinên mezin bi dest xistin. Lê Erdogan her dem alîkariya çeteyan kir û loma çeteyan jî komkujiya Kobanê pêk anîn."
'Gelê Kurd xwedî hêzek bêhempa ne'
Fatîmeyê da zanîn ku Gelê Kurd her dem li dijî zordestiyê û hovîtiyê şer kirine û got:"Gelê Kurd bi fikir û felsefeya azadiyê tev digerin û têdikoşin. Li dijî komkujiyan bejna xwe natewînin. Gelê Kurd xwedî hêzek bê hempa ye. Li ku derê tarîtî hebe em li wir dibin ronahî."
Fatîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em dîsa şehîdên xwe yên ku di komkujiya Kobanê de jiyana xwe ji dest dan bi bîr tînin û em dibêjin em ê bi hêz û îradeya xwe her bi ser bikevin."