ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2024'AN

  • 09:00 18 Mijdar 2024
  • Rojev
 
*Parêzer Roşîn Hido da zanîn tevî ew ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan diçe jî lê belê tundî, zext, destdirêjî û zilma li dijî jinan a li Efrînê dewam dikin û wiha got:"Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike. Ev hêz û cesareta jinan di nava Efrînê de xwe dispêre fedayitiya Arîn Mîrkan û hemû jinên ku di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  de cih digrin. Van jinan serî li dijî terora herî tundirew netewandin." DÎMEN HEYE - DOSYA 
 
*BêrîvanTîbelîk a bi surgun, girtîgeh, daraz û qeyûman re têkoşîn meşandiye da zanîn ku wek jinekê wê ji bo azadiya xwe têkoşînê bidomîne.
DÎMEN HEYE
 
*Di demên dawî de qada tenduristiyê de pirsgirêkên wekî ‘yenî dogan’ ‘fîksator’ û ‘çete’ di rojevê de ne. Hevseroka SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak balkişand ser pirsgirêkên pergala tenduristiyê û got qad veguheriye bazirganiyê û wiha got: “Nexweş bûne wek muşterî. Bi fikara ‘em çawa dikarin zêde qezenc bikin’ nexweşxane tên rêvebirin. Bi vê  fikarê ‘çeteyê yenî dogan’ ava bûn. Rojên din dikare ‘çeteyê koroner’, ‘çeteyê ortopedî’ derkeve pêş me.” DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Dîlan Geyîk ber bi 25’ê Mijdarê de der barê rêxistibûnê de axivî û wiha got: “Ji 25’ê  Mijdara sala borî têkoşîna me bilind bû. Çareseriya li dijî êrîşan israra di têkoşînê de ye. Hêza ku civakê biguhere jin e. Em hinceta têkoşîna hev in. Di 25’ê Mijdarê de em li Taksîmê bên gel hev.” DÎMEN HEYE
 
*Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, der barê tecrîda li Îmraliyê kûrtir dibe û di çapemeniyê de nûçeyên derbarê hevdîtina parêzeran de tên parvekirin nirxand û got, “Dema azadiya Birêz Ocalan teqez hatiye û derbas dibe." BI DÎMEN 
 
*Jinên ku di mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çareseriya pirsgirêka kurd a bi rêyên demoratîk anîn ziman, diyar kirin ku divê bi kurdan re li ser masyê ji bo aştiyê bê rûniştin û şert û mercên Abdullah Ocalan jî bên sererastkirin. DÎMEN HEYE
 
*Bi nêzikbûna 25’ê Mijdarê re jin li her derê xwe amade dikin ku derkevin qadan. Yek ji van cihan jî Şengal e ku beriya 10 salan yanî di 3’yê Tebaxa 2014’an de şahidî ji tundî û qirkirina herî mezin a jinan re kir. Jinên êzidî bang li hemû jinan kir ku tundiyê qebûl neke û têkoşîna xwe mezin bike. BI DÎMEN