HDP'ê maseya krîzê ava kir
- 19:16 24 Hezîran 2018
- Rojane
ENQERE - Nûnera Maseya Krizê ya Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê, Parêzer Atiye Arikan got:"Li gelek herêman li dibistanan muşahitên me û hilbijêr tên dûrxistin."
Maseya Krîzê ya Komisyona Hiqûqê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kir ku binpêkirina mafan didome. Nûnera Maseya Krizê ya Komisyona Hiqûqê ya HDP'ê, Parêzer Atiye Arikan got:"Dema ku deng hatine jimartin muşahîtê HDP'ê hatine derxistin. Niha deriyê dibistanan hatine girtin. Li gelek cihan wesayetên zirxî hatine bicihkirin."