Xebatên HDP'ê berdewam dikin

  • 16:04 21 Hezîran 2018
  • Rojane
AMED - Namzetên HDP'ê yên Amedê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ziyaret kirin.
 
Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi coşek mezin berdewam dikin. Namzetên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel û Dersîm Dag Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ziyaret kirin. Di ziyareta nexweşxaneyê de namzetên HDP'ê pirsgirêkên xebatkar û bijîşkan gûhdarî kirin. Piştî ziyaretê namzetên HDP'ê ji nexweşxanayê veqetiyan.