Bi parastina cewherî, rêxistin û têkoşînê ber bi 25’ê Mijdarê ve (18)

  • 09:05 18 Mijdar 2024
  • Dosya
'Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike'
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Parêzer Roşîn Hido da zanîn tevî ew ber bi 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan diçe jî lê belê tundî, zext, destdirêjî û zilma li dijî jinan a li Efrînê dewam dikin û wiha got:"Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike. Ev hêz û cesareta jinan di nava Efrînê de xwe dispêre fedayitiya Arîn Mîrkan û hemû jinên ku di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  de cih digrin. Van jinan serî li dijî terora herî tundirew netewandin."
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê di adara 2018'an de Efrîn kirin binê kontrola xwe û li wir binpêkirinên mafên mirovan ên cidî derketin holê. Koçberî, îşkence, talankirin, revandina welatiya û gelek sûcên dinê yên mirovahiyê ji aliyê komên girêdayî dewleta tirk ve pêk hatin. Ji vê rewşê herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Gelek sûcên ji exlaq dûr li dijî jin û zarokan pêk hatin.
 
Hinek daneyên ku jin bi tundiyê rû bi rû mane wiha ne:
 
"Roja 22'yê Hezîranê, di danê êvarê, di demjimêra 11.00'an de, bi ser mala pîrejina kurda êzîdî Xezala Derwîş Erebo ku xelkê gundê Basûfanê ye, hat girtin. Dest û lingê hevjînê wê ji aliyê çeteyên diz ve hatin girêdan. Êvara roja 23'ê Hezîranê, pîrejineke Kurd a bi navê Zeyneb Şêxo ya 85 salî ku xelkê gundê Kora yê navçeya Raco ye, ji ber lêdana çeteyekî Ehrar El-Şerqiye, krîza dil derbas kir. Çeteyên Firqeya Sultan Murad li gundê Dêrsiwanê yê navçeya Şaran jinek tevî zaroka xwe gulebaran kirin. Çeteyên Firqeya Sultan Murad ku di warê qaçaxçîtiya mirovan de li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê li gundewarê Efrînê kar dikin, tecawizî jineke ku dixwest sînor derbas bikin, kirin."
 
Parêzer Roşîn Hido bi çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan têkildarî zextên li serj jina, sûcên şer ên li Efrînê nirxandin kir. Roşîn Hido di heman demê de bal bir ser têkoşîna jinên Efrînê ya ku li dijî tundiyê dewam dike.
'Li Efrînê sûcê şer tê kirin'
 
Parêzer Roşîn Hido da zanîn li Efrînê gelek sûcên şer hatine kirin û jin hîn jî li wir tundiyê dibînin û wiha got:"Ji destpêka dagirkirina bajarê Efrînê û heya roja me ya îro hemû cure kiryar û tundî derheqê jin, zarok û xwezaya Efrînê de hat kirin. Ji hemû aliyan ve tundî dihat meşandin û heya roja me ya îro li hember raya giştî ev tundî berdewam dike. Ne tenê mirov û xweza her wiha kevneşopiyên ser red û bin erd her roj bi tundiyê rû bi rû dimînin. Berhemên dîrokî yên Efrînê hatin dizîn ev hemû binpêkirin di raporên navdewletî de bi sûcên şer hatin binavkirin. Ev jî ispat dike ku li Efrînê sûcê şer heye. Li dijî sûcê şer û tundiya li ser jinan divê em bibin yek û li berxwe bidin."
 
'Jin di hucreyên girtîgehê de tên hiştin'
 
Roşîn Hido da zanîn para herî mezin a tundî û zextê li Efrînê ji jinan re ketiye û wiha pê de çû:"Di nava 7 salên dagirkeriyê de yên ku herî zêde bi tundiyê rû bi rû mabûn jin bûn. Gelek jin hatin kuştin, revandin, binçavkirin, tecawizkirin û îşkencekirin. Di warê derûnî de jî êriş li jinan hat kirin. Her wiha destdirêjî li hemberî wan hat kirin. Gelek zarokên keç piştî dagirkirina Efrînê di temenê biçûk de hatin zewicandin. Bi hinceta ku hinek jinan di nav Rêveberiya Xweser de cihê xwe girtin hatin zîndankirin. Di hucreyên girtîgehê de tên hiştin."
 
'Jin ji azadiya xwe bêpar mane'
 
Roşîn Hido bi lêv kir ku berî Efrîn bikeve binê kontrola dewleta tirk û komên girêdayî wê jin li wir azad bûn, xwe bi rêxistin dikirin û wiha got:"
Beriya ku bajarê Efrînê bihata dagirkirin Rêveberiya Xweser bi awayekî xurt hatibû rûniştandin. Jinan pir bi çalak cihê xwe di nava projeyê de girtibûn, xwedî li nasnameya xwe derdiketin. Berî dagirkirina Efrînê jinan xwe gihandibûn azadiya xwe. Lê belê bi dagirkirina bajarê Efrînê re ev hemû hat guhertin. Jin ji roja dagirkeriyê û heta roja me ya îro bi her cure tundiyê rû bi rû man. Jin ji azadiya xwe bêpar mane. Di nava malên ku ji bo wan bûye weke zindana tarî dimînin û roj bi roj bi tirsê dijîn. Her wiha niha li Efrînê bûyera xwekuştinê her ku diçe zêde dibe. Ev xwekuştin jî di encama zext û nebûna ewlehiyê ya nava bajêr de çêdibên."
 
'Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike'
 
Roşîn Hido bi lêv kir ku tevî tundiyê jî têkoşîna jinên Efrînê dewam dike û wiha pê de çû:"Di 15'ê Îlona 2024'an de jinên gundê Kaxirê yê Efrîna dagirkirî li dijî tundiya berdewam a li ser wan daketin kolanan û serî li dijî tundiyê rakirin. Di encamê de gelek jin birîndar bûn. Têkoşîna jinên Efrînê ya li dijî tundiyê dewam dike. Ev hêz û cesareta jinan di nava Efrînê de xwe dispêre fedayitiya Arîn Mîrkan û hemû jinên ku di nava Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ)  de cih digrin. Van jinan serî li dijî terora herî tundirew netewandin. Îro vê fedayitî û berxwedana jinan di nava cîhanê de deng veda. Loma jî dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê xwestin tola xwe ji jinên Efrînê bigirin û her roj wan ber bi tundiyê ve bibin. Lê belê li dijî vê yekê têkoşîna jinên Efrînê dewam dike."
 
'Êriş û tundiya li ser jinan li Efrînê dewam dike'
 
Roşîn Hido da zanîn niha li Efrînê êrişa sîstematîk a li dijî jin, zarok û welatiyên li Efrînê dewam dike û wiha pê de çû:"Bi hatina roja 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dîsa jî êriş, tundî û îşkence li jinan tê kirin. Her çiqas rêxistinên navneteweyî hebin û hevpeymanên navneteweyî hatibin îmzekirin jî lê belê tu kes bi erka xwe ya li dijî tundiya heyî ya li ser jinê ranebûn. Hîna jî sîstema tundiyê ya li ser jinan her wiha hewldana îmhakirina jinên siyasetmedar û pêşeng dewam dikin. Niha li Efrînê jî tundiya dewleta tirk û çeteyên wê yên li ser jin, zarok û welatiyên li Efrînê dewam dike."
 
'Divê rêxistinên jinan ên navneteweyî bi erka xwe rabin'
 
Di dawiya axaftina xwe de Roşîn Hido banga rêxistinên jinan ên cîhanî û di nav de neteweyên yekbûyî kir ku bi erka xwe rabin û xalên weke mafên jinan biparêzin û wiha got:"Divê rêxistinên jinan ên navneteweyî ji bo cihgirtina jinan a di qada siyasî de, ji bo jin tundiyê nebînin, ji bo pêşxistina mafê jinan a di warê aboriyê de dengê xwe bilind bikin. Ji ber ku sedema dewamiya tundiya li ser jinan bêdengî ye. Divê hemû rêxistinên navdewletî ku jin cihê xwe tê de digrin yekîtiya xwe ava bikin û bi erka xwe ya li dijî tundiyê rabin. Her wiha divê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê li qada navneweteyî deng bilind bibe û zext di vî warî de li Tirkiyeyê bê kirin."