Xebatên HDP'ê berdewam dikin 2018-06-21 16:04:44   AMED - Namzetên HDP'ê yên Amedê Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ziyaret kirin.   Bi nêzîkbûna hilbijartina 24'ê Hezîranê xebatên hilbijartinê yên HDP'ê bi coşek mezin berdewam dikin. Namzetên HDP'ê yên Amedê Semra Guzel û Dersîm Dag Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê ziyaret kirin. Di ziyareta nexweşxaneyê de namzetên HDP'ê pirsgirêkên xebatkar û bijîşkan gûhdarî kirin. Piştî ziyaretê namzetên HDP'ê ji nexweşxanayê veqetiyan.