TAJÊ ji bo tecrîda giran daxuyanî da
- 09:09 21 Hezîran 2018
- Rojane
Vıyan Sayd/ Nupelde Têkoşîn
ŞENGAL - TAJÊ têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê ji bo demokrasî û azadî bê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan.
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Mamosteyan a Şengalê Sebîha Sebrî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û divê demildest bê rakirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin.
Her wiha hat gotin ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî sûcê mirovatiyê ye û divê ev bêdengî jî demildest bi dawî bibe.
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.