TAJÊ ji bo tecrîda giran daxuyanî da 2018-06-21 09:09:35   Vıyan Sayd/ Nupelde Têkoşîn   ŞENGAL - TAJÊ têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxuyanî da. Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku divê ji bo demokrasî û azadî bê, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan serbest bê berdan.   Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de li Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberiya Mamosteyan a Şengalê Sebîha Sebrî ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û divê demildest bê rakirin.   Di daxuyaniyê de hat gotin ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji mafên xwe yên rewa bêpar tê hiştin û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî jî li dijî vê yekê bêdeng dimînin.    Her wiha hat gotin ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî sûcê mirovatiyê ye û divê ev bêdengî jî demildest bi dawî bibe.    Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.