Li Serêkaniyê ji bo Efrînê daxuyanî hat dayin
- 15:11 20 Hezîran 2018
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê Meclîsa Edaleta Bajarê Serêkaniyê daxuyanî da.
Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê Meclîsa Edaleta Bajarê Serêkaniya Kantona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî li Mala Gel a Bajarê Serêkaniyê bi tevlîbûna hemû saziyên civakî û gel hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Xezal Berkel hat dayin.
Daxuyanî wiha ye:
"Tevî êrîşên li ser Efrînê hat diyarkirin ku komplo û planên qirêj li ser bi tevahî Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tên meşandin. Gelê Efrînê serî li ber van lîstikan netewand û heta dawî bexwe da. Em ê berxwedana xwe bidomînin û li dijî van lîstikana serî netewînin."
Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.