Li Serêkaniyê ji bo Efrînê daxuyanî hat dayin 2018-06-20 15:11:56   SERÊKANIYÊ - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê Meclîsa Edaleta Bajarê Serêkaniyê daxuyanî da.    Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta tirk ên li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê Meclîsa Edaleta Bajarê Serêkaniya Kantona Hesekê daxuyanî da. Daxuyanî li Mala Gel a Bajarê Serêkaniyê bi tevlîbûna hemû saziyên civakî û gel hat dayin. Daxuyanî ji aliyê Xezal Berkel hat dayin.    Daxuyanî wiha ye:   "Tevî êrîşên li ser Efrînê hat diyarkirin ku komplo û planên qirêj li ser bi tevahî Bakurê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn tên meşandin. Gelê Efrînê serî li ber van lîstikan netewand û heta dawî bexwe da. Em ê berxwedana xwe bidomînin û li dijî van lîstikana serî netewînin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bijî Berxwedana Serdemê" bi dawî bû.