Ji mêrê ku peyamên heqaretê parve kir bertek hat nîşandan

  • 13:51 20 Hezîran 2018
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Ispartayê mêrê bi navê Ahmet Faruk Ozdemir li ser Twitterê peyamên heqaretê ji bo jinan parve kir. Li dijî Ahmet gelek kesan bertek nîşan dan.
 
Dekanê Fakulteya Fenê û Wêjeyê Prof. Dr. Ahmet Faruk Ozdemir li ser hesabê xwe yê Twitterê heqaret li jinan kir. Ji ber bertekên mezin Ahmet hesabê xwe yê twittirê xist bin parastinê.