Kongreya Star li Til Temirê daxuyanî da

  • 13:15 20 Hezîran 2018
  • Rojane
TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser Bakurê Suriyeyê Kongreya Star daxuyanî da.
 
Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser Bakurê Suriyeyê Kongreya Star li Til Temira Kantona Hesekê daxuyanî da. Saziya Malbatên Şehîdan, hemû saziyên civakî û gelê Til Temirê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Elya Oglo hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Bi destê Tirkiyeyê û bi alîkariya Rûsyayê êrîşên mezin li ser Efrînê çêbû û gelek kes hatin qetilkirin. Niha pêkanîne dewleta tirk ên li Efrînê didome. Divê lijneyek navneteweyî ya ji bo lêkolîna îşkenceyê were Efrînê û talan û îşkenceya tê kirin di cihê xwe bibîne. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û rê nedin faşîzmê û dagirkeran."
 
Daxuyanî bi dirûşma "Hemû jin ji bo Efrînê serî hildin" bi dawî bû.