Kongreya Star li Til Temirê daxuyanî da 2018-06-20 13:15:22   TIL TEMIR - Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser Bakurê Suriyeyê Kongreya Star daxuyanî da.   Bi armanca şermezarkirina êrîşa dewleta tirk a li ser Bakurê Suriyeyê Kongreya Star li Til Temira Kantona Hesekê daxuyanî da. Saziya Malbatên Şehîdan, hemû saziyên civakî û gelê Til Temirê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Endama Kongreya Star Elya Oglo hat xwendin.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Bi destê Tirkiyeyê û bi alîkariya Rûsyayê êrîşên mezin li ser Efrînê çêbû û gelek kes hatin qetilkirin. Niha pêkanîne dewleta tirk ên li Efrînê didome. Divê lijneyek navneteweyî ya ji bo lêkolîna îşkenceyê were Efrînê û talan û îşkenceya tê kirin di cihê xwe bibîne. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin û rê nedin faşîzmê û dagirkeran."   Daxuyanî bi dirûşma "Hemû jin ji bo Efrînê serî hildin" bi dawî bû.